Li Bursayê operasyona dijî FETOyê

Di operasyonê da 22 kes hatin binçavkirin, di malekê da 19 êlegên zer, 9 êlêgên sor û nasnameyên sexte hatin bidestxistin

Li Bursayê operasyona dijî FETOyê

Li Bursayê di operasyona dijî malên hucre yên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 22 kes hatin binçavkirin. Di malekê da 19 êlegên zer, 9 êlêgên sor û nasnameyên sexte hatin bidestxistin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Sûcên Organîze ya Midûriya Ewlehiya Bursayê dijî malên hucreyê yên FETOyê yên wek "mala gaybubetê" tên binavkirin operasyon kirin.

Di operasyonê da 22 kes hatin binçavkirin.

Hat îdiakirin dema operasyonê şikbaran telefonên xwe yên berîkê, kartên hafizayê û flashbellekan ji pacê avêtine.

Di malekê da 19 êlegên zer û 9 êlêgên sor hatin bidestxistin.

Ji bilî vê di malan da 90 hezar lire, 8 hezar û 825 dolar, hezar û 250 ewro û nasnameyên sexte yên di quşxane û poşetên kaxiz da hatine veşartin hatin bidestxistin.

Gelek pirtûkên Fetullah Gulenê serokê rêxistinê û hin telîmatên dema ew bên binçavkirin divê çawa tevbigerin jî di malan da hatin dîtin.

Lêpirsîn dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 11:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE