Ji ber ku li Buyukçekmeceyê li texma Beylîkçayirê li eraziyekî vala balafireke perwerdeyê ya Dibistana Firînê ya AYJETê ku wek TC-UUG hatiye tescîlkirin ket ekîbên polês, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Ekîban balafira ku serserîkî li erdê ketibû bi werîsan rast kir.
Pîlotê di qezayê da birîndar bû ji balafirê hat derxistin û bi balafirambulansê sewqî nexweşxaneyê kirin.
Walîtiya Stenbolê di axuyaniya der barê qezayê da wiha got: "Balafira perwerdeyê ya ji Balafirgeha Hezarfen Ahmet Çelebî ya Stenbolê rabû ji ber ku motora wê erize da û gava dadiket xwarê di saet 11.05an da li texma balafirgehê li erdê ket."
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da hat destnîşankirin B.N.yê xwendekarê lîsansa pîlotajê yê balafirê birîndar hatiye xilaskirin û Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê der barê qezayê da lêpirsîn daye destpêkirin.
AA