Li Çaldirana navçeya Wanê "Mihrîcana Kaşûnê ya 2emîn" hat lidarxistin.
Mihrîcana Kaşûnê ya 2emîn ji hêla Şaredariya Çaldirana va hat organîzekirin.Ji bajar û navçeyên derdûdorê gelek welatî ji bo kêfa kaşûnê li Çaldiranê kom bûn.
Tîmên kaşûnê bi meşaleyan hatin qadê û leyîstikên folklorîk hatin leyîstin.Hin welatî jî beşdarî govendê bûn. Di mihrîcanê da dîmenên rengîn derketin holê.
Kesên ku bi poşetên naylon li ser berfê xwe şiqitandin û ser ketin xelat hildan.
- "Em ê di spora kaşûn û patena cemedê da werzişkarên neteweyî derxin"
Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Çaldiranê Tekîn Dundar daxuyanî da nûçegihanan û got ku ew ê ji bo turîzma herêmê dixebitin û wiha axivî:
"Em dixwazin li Tirkiyeyê di turîzma kaşûnê da bibin navendeke girîng. Ev der piranî bi xeberên serma û seqemê tê zanîn. Lê ji vir şûn da înşallah em ê bi xeberên ava termal û çalakiyên li navenda kaşûnê jî werin rojevê. Êdî zarokên me li malê rûnanin. Em ê di spora kaşûn û patena cemedê da werzişkarên neteweyî derxin."