Li Çaldirana navçeya Wanê di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" da 259 pez û dewar li 17 cotkaran belav kirin.
Li bazara heywanan merasim li dar xistin û heywan li cotkarên ku di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" heq bi dest xistibûn belav kirin.
Wekîlê Şaredarê Çaldiranê û Qaymeqam Tekîn Dundar di bernameyê da axivî û got, "Wezareta Çandinî û Daristanan di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da li 7 welatiyan dewar, li 6 welatiyan pez û li 4 welatiyan jî medeg belav kir. Înşellah heywan ew ê kêrî welatiyên me bên, Xwedê bi xêr bike û bereketa wan zêde bike."
AA