Li perava Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 23 koçberên bêdestûr yên hewl didan bi dereqanûnî derbasî Girava Midîlliyê bibin, hatin xilaskirin.
Li bajaroka Kuçukkuyuyê boteke lastîk a koçberan ji ber ku motora wê xiab bû di behrê da binav bû, biyaniyên di hundirê wê da alîkarî xwestin.
Li ser vê hêzên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê çûn cihê bûyerê û 23 koçberên bêdestûr hatin xilaskirin.
Rayedaran piştî karûbarên fermî koçber teslîmî Navenda Paşveşandina Biyaniyan ya Ayvacikê kirin.