Li Çanakkaleyê 26 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Çanakkaleyê 26 koçberên bêdestûr ku xwestin dereqanûnî derbasî aliyê Yûnanistanê bibin, hatin girtin.

Li Çanakkaleyê 26 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê, 26 koçberên bêdestûr ku xwestin dereqanûnî derbasî Girava Mîdîlliyê ya Yûnanistanê bibin, hatin girtin. 

Ekîbên ewlekariya qeraxan tesbît kirin ku li peravên Pozê Kadirgayê di boteke lastîk da koçber ber bi Girava Mîdîlliyê diçin.

Ekîbên ku ketin tevgerê, 11 koçberên bêdestûr ku di navê da jin û zarok jî hene û ji Efxanistanê ne, girtin. Dû ra li heman herêmê di boteke din a lastîk da 15 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê dîsa jî hatin girtin.

Alîkariya xwarin û kincan dan koçberên bêdestûr ku anîn Fermandariya Qereqola Ewlekariya Qeraxê ya li Kuçukkuyuyê.

Piştî miemeleyan biyanî radestî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin. AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE