Li Çanakkaleyê di 2 mehan da 114 koçber hatin girtin

Ji 12 berşikên ku bi îdiaya organîzekirina derbasbûna dereqanûnî hatin binçavkirin, 11 jê hatin girtin

Li Çanakkaleyê di 2 mehan da 114 koçber hatin girtin

Li Çanakkaleyê di 2 mehan da 114 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bîter kir, xebatên ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Bazirganiya Mirovan a Midûriyeta Ewlekariyê yên dijî koça dereqanûnî berdewam in.

Di vê çarçoveyê da di operasyonên ku ji 1ê berfanbarê vir va hatin lidarxistin da 114 koçberên bêdestûr ên Efxan ku hatin girtin, radestî Navenda Vegerandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.

Herwiha ji 12 berşikên ku bi îdiaya organîzekirina derbasbûna dereqanûnî hatin binçavkirin, 11 jê hatin girtin.

Dest danîn ser 7 wesayît û 16 hezar û 435 lire pere ku di operasyonan da hatin bidestxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE