Li çar aliyê welêt piştgiriya ji bo leşkeran

Saziyên sivîl ên civakî ji bo şehîd û leşkerên li Îdlibê mesajên piştgiriyê dan.

Li çar aliyê welêt piştgiriya ji bo leşkeran

Li çar aliyê welêt ji bo leşkerên li îdlibê têdikoşin mesajên piştgiriyê tên dayîn. Li hemû bajaran saziyên sivîl ên civakî piştgiriyên xwe anîn zimên.

Leşkerên Turkiyeyê li Sûriyeyê di nav şert û mercên zor û zehmet de li dijî rejîma Esed şer dikin.

Li her derê welêt piştgiriya ji bo leşkeran bi dengekî bilind tê ziman.

Saziyên sivîl ên civakî jî piştgiriya xwe bi mesajên xwe nîşan didin.

Li Vanê nêzî 30 saziyên civakî li hev civiyan û pişt dan operasyonên li Sûriyeyê.

Li Erdîşa Vanê li Lîseya Arîf Nîhat Asyayê 877 xwendekar û mamosteyan ji bo şehîdên Îdlibê rêz girtin, sirûda neteweyî xwendin.

Xwendekaran tev bi hev re ji bo şehîdan silav şandin.

Li Bingolê 30 komên pîşesaziyê li hev civiyan, ji bo şehîdan daxuyanî dan.

Hat dûpatkirin ku ku êrîşa li Îdlibê hovane û xayînane hatiye kirin, leşkerên me xistina dafikeke xayîn.

Li Batmanê jî saziyên sivîl ên civakî li hev civiyan û pişt dan operasyona Mertala Biharê.

Hat destnîşankirin ku digel hewl û xîreta Turkiyeyê, dewletên cîhanê ji dil û can pişt nadin operasyonê û guh nadin drama mirovî ya li Sûriyeyê.

Li Adiyamanê jî saziyên civakî li dijî zilm û zordariya rejîma Sûriyeyê civiyan û piştgirî dan operasyonê.

Li Mîdyada Mêrdînê ji bo şehîdan welatî bi wesaîdên xwe bi alayên Turkiyeyê xemilandin, li kolanan geriyan û korna lêdan.

Dîroka nûkirinê: 03 Adar 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE