Li çar aliyên Tirkiyê welatî piştgirî didin eskeran

Xwendekaran li çar aliyên Tirkiyê, ji bo eskerên li operasyonê klîp çêkirin...

Li çar aliyên Tirkiyê welatî piştgirî didin eskeran

Tirkiye ji bo operasyona kaniya aştiyê bû yek. ciwanan bi çalakiyên cur bi cur piştgirî da eskeran. Her kesî got; “em li pişta eskerên xwe ne.”

Li çar aliyên Tirkiyê welatî piştgirî didin eskeran.

Li Merzîfona Amasyayê, xwendekaran ji bo eskeran klîbek çêkir û helbesta bi navê “Diaya Arteşê” xwendin.

Li Enqerê jî xwendekar li baxçê dibistanê li hev civiyan.

Bi alayên Tirkiyê, heyv û stêrk çêkirin.

Li Erziromê jî xwendekarên Lîseyê ji bo piştgiriyê klîbek çêkirin.

Ciwanan bi hev re Marşa Îstîklalê xwend.

Sporvanên Erzinganî bûn esker..

Sporvanên ku di beşên cuda de dixebitin, bi klîbê slav ji eskeran re şandin.

Li Amasya û Sindirgiya Balikesîrê jî xwendekarên Lîseya Îmam Xatibê ya Anadolê gotin; ‘em li ba eskerên xwe ne.’

Ciwanên Sindirgiyê ji bo eskerên li ser wezîfê Quran xwendin û pişt re ji bo piştgiriyê meşiyan.

Xwendekarên Îmam Xatibê yên Amasyayê jî slav ji birayên xwe re şandin.

Xwendekarên pêşdibistanê li Karabükê alayeke mezin a Tirkiyê vekirin û pê nexşeya Tirkiyê çêkirin.

Li Balikesîr û Demirciya Manisayê jî xelk ji bo leşkeran civiyan.

Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Operasyona Kaniya Aştiyê meşiyan.

Nerazîbûna xwe ya ji rêxistina terorî anîn ziman û ji bo şehîdan dia kirin û quran xwendin.

Li Orduyê mixtarên taxan…

Li Manavgata Entalyayê jî kulîlkfiroşan di navbera xwe de pere kom kir û bexşî Weqfa Mehmetçîkê kirin. Paşê jî leşker silav kirin.

Li Kahramanmaraşê jî Komelaya Gaziyên Şer ji bo leşkeran kom bûn û dia kirin.

Jinên Şirnexî jî ji bo leşkeran mewlûd dan xwendin.

Li Fînîkeya Entalyayê jî esnafên halê ji bo leşkeran kamyoneke mezin tijî fêkî û sebze kirin û şandin leşkeran.

TIR bi dia û silava leşkeran hat oxirkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE