Li çar aliyên Turkiyeyê kampanya hatin lidarxistin

Komeleyên jin û ciwanan, hunermend û saziyên sivîl ji bo mexdûran alîkarî şandin

Li çar aliyên Turkiyeyê kampanya hatin lidarxistin

Ji çar aliyên Turkiyeyê, ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayên alîkariyê tên lidarxistin. Heta niha bi piştgiriya xêrxwazan bi hezaran kolî alîkarî hatin şandin herêma erdhejê.

Dewlet bi hemû îmkanên xwe li Elazığê ye. Ligel vê, welatî jî piştgiriyeke mezin didin mexdûrên erdhejê.

Li çar aliyên Turkiyeyê xêrxwazên ku dixwazin ligel mexdûran bibin, alîkariyê dişînin.

Şaredariya Onikişubatê ya Kahramanmaraşê, bi hevkariya AFADê 6 kamyon alîkarî şand herêmê.

Jinên Iğdırê jî bi keda destên xwe, ji bo xelkê Elazığê rîçal çêkirin.

Li Altindağa Ankarayê jî ji bo mexdûran pêşaneyek hat vekirin.

Hunermend dê qezenca ku ji resim û berhemên hunerê bigirin, bişînin mexdûrên erdhejê yên li Elazığê û Malatyayê.

Li Pozantiya Adanayê, xelkê piştgiriyeke mezin da kampanyaya alîkariyê.

Ji sobeyên cereyanê bigirin heta xurekan gelek tişt şandin herêmê.

Li Karabük û Karsê jî welatiyan ji bo mexdûrên erdhejê piştgirî da kampanyaya alîkariyê.

Bi pêşengiya Walîtî, AFAD, Heyva Sor û Diyanetê 2 TIR alîkarî hatin berhevkirin. TIRên alîkariyê ber bi herêmê ve bi rê ketin.

Keç û xortên Navenda Ciwaniyê ya Adiyamanê  jî ji bo alîkariyê berhev bikin 2 rojan xebitîn.

Ciwanan koliyên aliye li komyonetan bar kirin û şandin herêmê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE