"Li çar deriyên nexweşxaneya me jî seba aşiyê xizmet tê dayîn"

Li Şanliurfaya ku di aşîkirinê da di kategoriya "sor" da ye ji bo aşiyê bang li dayik û ducaniyan hat kirin

"Li çar deriyên nexweşxaneya me jî seba aşiyê xizmet tê dayîn"

Di pêvajoya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di rêjeya aşiyê ya herî kêm du doz a kesên ku emrê wan 18 û ji ser 18an ra ye da Şanliurfa di rêza dawîn da ye û ji bo aşî bibin bang li dayik û ducaniyan hat kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr, seba zêdekirina rêjeya aşîkirinê ekîbên tenduristiyê xebateke bê navber didomînin.

Alev Esercana Pispora Nexweşiyên Jinan û Velidandinê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê bal kişand ku jinên ducanî Kovîd-19ê giran derbas dikin û hem ji bo tenduristiya ducaniyan hem ji bo tenduristiya dergûşan divê jinên ducanî aşî bibin.

Esercanê diyar kir, jinên ducanî û dayikên ku welidîne û aşî nebûne, dikevin beşa nexweşên giran û rêjeya wan a mirinê zêde bûye û wiha dewam kir:

"Li çar deriyên nexweşxaneya me jî seba aşiyê xizmet tê dayîn. Di heman demê da ekîbeke me ya seyar jî heye û li nav nexweşxaneyê digere û kesên ku aşî nebûne û dixwazin aşî bibin, wan aşî dikin. Mixabin hem jinên ducanî û hem jinên ku diwelidin heke bi vê nexşweşiyê bikevin, pir giran derbas dikin û rêjeya wan a mirinê jî zêde bûye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE