Li Çermikê 2. fuara pirtûkan vebû

80 weşanxaneyî kitêbên xwe gihandin xwîneran

Diyarbekir bajarê nivîskar û şairan e. Lê mixabin ev 30 sal in gel ji xwendinê dûr ketiye. Ji bo dîsa edebiyat di nav gel de geş bibe li navçeya Çermikê 2yemîn fuara pirtûkan vebû. Xwendekar eleqeyeke mezin nîşanê kitêban didin.

Hesret bi dawî bû û li navçeya Çermikê çalakiya edebiyatê dest pê kir.

Bi hevkariya qeymekamtî, şaredarî û midûriyeta perwerdeya Çermikê 2yemîn fuara pirtûkan vebû.

Xwendekar û gel berê xwe da fuara kitêban. Pirtûkên ku nû hatine çapkirin di fuarê de li benda xwendekarên xwe ne.

Fuar bi beşdariya 80 weşanxaneyî vebû. 30 Nivîskarên navdar jî beşdarî çalakiya wêjeyê dibin.

“Me gelek şair û akademisyen dawetî fuarê kirin. Armanca me ew e ku xwendevanên me nivîskaran nas bikin û di pêşerojê de ew jî mîna wan şairan binivîsînin.”

Di fuarê de bi 100 hezaran pirtûk hene û di her mijarê de kitêb tên peydekirin. Li ser dezgehan pirtûkên kurdî jî gelekî bale dikşînin.

Di fuara pirtûkan da; panel, helbestxwendin, gotûbêj, semîner, pêşangeh, rojên îmzeyê û çalakiyên cûda tên kirin.

“Mirov bi zanabûnê azad dibe û bi zanînê baş difikre. Eger mirov bixwîne û lêkolînê bike di her warî de bi ser dikeve.”

Ji xeynê navçeya Çermikê, ji Ergani û Çunguşê jî xwendekar dikarin heta roja înê fuarê zîyaret bikin.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE