Li Ceylanpinarê çêlekê 3 golik anî

Yilmaz Şengulê beytar diyar kir ku kêm caran tiştekê wiha tê dîtin, di nav 3 hezar û 500 zayînê da carekî çêlekek 3 golikan tîne.

Li Ceylanpinarê çêlekê 3 golik anî

Li Karxaneya Cotkariyê ya Ceylanpinarê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Karxaneya Cotkariyê ya Wezareta Çandinî û Daristanan çelekekê sê golik bi hev ra nî.

Karxaneya Cotkariyê ya Ceylanpinarê ya ji hêla heywanan û erazî va li Tirkiyeyê ji karxaneyên herî mezin e çêleka Sîmental a 6 salî di nav çend deqîqeyan da 3 golik anî.

Yilmaz Şengulê beytar diyar kir ku kêm caran tiştekê wiha tê dîtin, di nav 3 hezar û 500 zayînê da carekî çêlekek 3 golikan tîne.

Şengul got hingî dest bi vî karî kiriye 5 hezar caran çêlek zeyand, ev cara ewil e ku dibîne çêlekek dizê û 3 golikan tîne.

Şengul destnîşan kir ku di nav çend deqîqeyan da çêlekê 3 golik li pey hev anî û wiha pê da çû: 

"Çêleka me qoş dida xwe û ketibû ber zayînê, hevalên me dest bi teqîbê kirin. Em li bendê nebûn ku 3 golikan bîne. Lêbelê dema golika ewil hat me fehm kir ku hejmar zêde ye. Paşê 10 deqîqeyan carê herdu golikên din hatin. 3 golikên me jî rind in. Golika ewil 23 kîlo, ya duduyan 24 kîlo û ya sêyan jî 26 kîlo bû. Cara ewil li karxaneya me çêlekê sêwik anî. Em baldarî çêlekê û golikên wê xwedî dikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE