Li cîhanê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 170 hezar derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 170 hezar derbas kir.

Li cîhanê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 170 hezar derbas kir

 Li seranserê cîhanê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 170 hezar derbas kir.

Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19êmirin gihişt 170 hezar û 96an. Hejmara pêketiyan jî gihişt 2 milyon û 471 hezar û 46an.

Heta îro mirinên herê zêde yên ji ber Kovîd-19ê bi 42 hezar û 201ê li DYAyê çêbûye.

Bi dû DYAyê de mirinên herî zêde li wan çêbûn bi vê rêzê ye:

Îtalya 24 hezar û 114, Îspanya 20 hezar û 265, Keyaniya Yekbûyî 16 hezar û 509, Belcîka 5 hezar û 828, Îran 5 hezar û 209, Çîn 4 hezar û 632, Almanya 4 hezar û 706.

Welatên din ên ku ji 1000î zêdetir mirin li wan çêbûn jî bi vê rêzê ne:

Hollanda (3 hezar û 751), Brezilya (2 hezar û 845), Tirkiye (2 hezar û 140), Kanada (1680), Swêd (1580) û Swîsra (1429).

Şewba Kovîd-19ê cara yekê meha 12an a sala 2019an li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.

Haliyen milyonek û 656 hezar û 361 kes pêktiyên ku tên dermankirin hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE