Li Karsê ji ber ku hewa bi tav bû tûrîstên xwemalî û biyanî berê xwe dan Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê.
Navenda kaşûnê ya Cibiltepeyê ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e bi pîstên xwe yên kaşûnê yên curbecur va û berfa stûriya wê 60 santîm e va balê dikşîne ser xwe û xalî namîne.
Ji ber ku germahiya hewayê di ser asayiyên demsalê da bûn turîstên xwemalî û biyanî berê xwe dan Cibiltepeyê û kêfa kaşûn û snowboardê kirin.
Midûrê otêla li navenda kaşûnê xizmet dide Mehmet Saraçoglu got ku bi saya hewaya germ û bi tav turîstan berê xwe dan navenda kaşûnê û wiha dewam kir: "Li Stenbolê jî berfê dest pê kir. Li Sariqamişê jî hewa bi tav e û gelek xweş e. Niha li gor rê û rêzikên şewbê welatî kêfa kaşûnê dikin. Em dixwazin bila herkes were Sariqamişê."AA