Li Cibiltepeyê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Li Cibiltepeyê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Li Sariqamîşa navçeya Qersê qalindahiya berfê derket 20 santêmî û kesên bi turîzmê ra eleqedar dibin li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê hatin ba hev û xwe şiqitandin.

Li Cibiltepeyê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Li Cibiltepeya ji navendên girîng ên xweşiqitandinê û turîzma zivistanê duh berf barî û navend bi xêliya sipî xemilî.

Qalindahiya berfê gihîşte 20 santêmî û kesên bi turîzmê ra eleqedar kêfxweş bûn bi mamosteyên xweşqitandinê ra xwe şiqitandin.

Serhat Aykulê Serokê Komeleya Turîzmê ya Sariqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber barîna berfê gelekî kêfxweş bûn.

Aykul destnîşan kir ku li navenda xweşiqitandinê amadehiyên sezonê bi piranî hatin temamkirin û wiha pê da çû: "Li Sariqamîşê 22 otêlên me havînê amadehiyên xwe yên ji bo zivistanê temam kirin. Me îsal zû dest bi sezonê kir. Ji bo vê jî kêfxweş in. Em li benda hemû mêvanên xwe ne."

Yildirim Candanê hîndekarê şiqitandinê jî diyar kir ku karsazên otelên li navendê û hîndekar ji bo sezonê amade ne û di demeke nêz da sezonê dest pê bike.

Umît Kabayê xwediyê otêlê jî got bi barîna berfê kêfxweş bûn û li benda gel in ku werin xwe bişiqitînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE