Li bexçe pirtûkxane, kafeterya, cihên lîstikê, mescîd, hewz û riyên meşê hene
Li cihê stadyûma berê ya Mûşê baxçeyê gel hat çêkirin. Şaredar feyat asya got “xebatên me qediyan. Baxçe dê êdî xizmeta mûşiyan bike.”
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê îxaleya Baxçeyê Gel ê Mûşê çêkir.
Bi saya xebatên TOKİyê înşeat di 7 mehan de temam bû.
Şaredar Feyat Asya çû serdana Baxçeyê Gel û derbarê xebatan de agahî da.
Di baxçe de pirtûkxane, kafeterya, ji bo zarokan cihên lîstikê, mescîd, hewz û riyên meşê hene.
Baxçeyê Gel ê Mûşê li şûna stadyuma berê, li ser 50 donim erdî hat çêkirin.