Li Herêmê êdî her ku diçe hewa germ û xweştir dibe. Ji ber vê yekê jî li cihên bilind ên Mûşê kulîlkên berfînan vebûn. Niha dîmenên xweşik ên destpêka biharê tên ser ekranê.
Li Herêma Rojhilat êdî hewa nerm bûye û xweş e.
Ji ber vê yekê jî nîşaneyên hatina biharê yek bi yek derdibin.
Yek ji wan delîlan jî vebûna kulîlkên berfînan e.
Niha gelek deverên bilind ên Mûşê bi kulîlkên berfînan xemilîne.
Ji ber vê yekê jî gelek kêfa welatiyên li herêmê tê.
Gundî dibêjin herçend îsal zêde berf hat jî dîsa kulîlkên berfînan di wextê xwe de vebûn.