Li Çınara navçeya Diyarbekirê ya ku nifûsê wê 76 hezar e ji ber ku welatiyan guh da tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li navçeyê tu kesê nexweş nema.
Li Çınarê ji mizgeft û wesayîtên fermî bang tê kirin ku welatî baldar bin, maskê bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.
Ji bilî vê dema kesek ji derva tê navçeyê jî koda HESê tê kontrolkirin û wisa destû tê dayîn.
Demekê li Çınarê hejmara pêketiyan gihîştibû 180ê lê ev du roj e tu pêketî neman.
Qaymeqam Guher Sînem Buyuknalçaciyê ji ber ku esnafan piştgirî dane xebatan belgeya spasnameyê da wan.
Qaymeqam Buyuknalçaciyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku pêketiyên Kovîd-19ê nemînin û tenduristiya gel bê parastin wan gelekî hewl daye û wiha axivî: "Niha tu pêketî nemane. Înşallah emê wiha dewam bikin. 100 gund û taxên navçeyê hene ku li hemûyan wezîfedarek heye. Li van deran hişyariya vîrusa koronayê tê dayîn ku welatî guh bidin qaydeyan. Ji bo muşterî maskeyan bi kar bînin, ji hev dûr bisekinin û paqij bin me hişyarî da esnafan. Cihên ku belav dibe ji bo ku bê tespîtkirin me nexşerêyek çêkir, ew der dorpêç kir û nehîşt ku belav bibe. Ev pergal jî bi ser ket."
Buyuknalçaciyê ji br piştgiriyê spasiya welatiyan, esnafan, hêzên ewlehiyê û xebatkarên tenduristiyê kir.
- Belgeya spasnameyê dan esnafan
Buyuknalçaciyê got ji ber ku esnafan piştgirî dane xebatan wan jî belgeya spasnameyê da esnafan.
Esnaf Rasîm Karacayê belgeya spasnameyê hilda got ew kêfxweş in ku keda wan jî di van xebatan da çêbûye.
Mehmet Edîp Batar jî got wan bal kişandiye ser tevdîran û piştgirî dane qaymeqamtiyê, saziyên dewletê ku rewş normal bibe.
AA