Li Çinara navçeya Diyarbekirê di navbera 2 malbatên eqreba da şerê çekdar derket, 3 kes hatin kuştin, 2 jê giran 7 kes birîndar jî bûn.
Li Taxa Fatîhê ji ber nakokiya zeviyê di navbera malbatan da nîqaş derket.
Ji ber ku nîqaşê vegerand şer û gule teqiyan, 3 kes hatin kuştin, 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatin veguhestin.
Hêzên ewlekariyê jî li taxê tedbîrên berfireh wergirtin.