Li Çiyayê Agiriyê berfa ewil a salê

Zîrweya Çiyayê Agiriyê ya ku ji behrê bi qasî 5 hezar û 137 mêtro bilind e û weke "Banê Tirkiyeyê" tê binavkirin bi saya berfa barî va gelek xweş xuya dike û bala mirov dikişîne...

Li Çiyayê Agiriyê berfa ewil a salê

Zîrweya Çiyayê Agiriyê ya ku ji behrê bi qasî 5 hezar û 137 mêtro bilind e û weke "Banê Tirkiyeyê" tê binavkirin bi berfa barî çil spî bû.

Berfa ewil a salê bi ser lûtkeya Çiyayê Agiriyê da barî. Ji ber mezinbûn û bilindahiya xwe Çiyayê Agiriyê wekî Banê Tirkiyeyê jî tê binavkirin û niha ji ber berfê dîmenên gelek xweş radixe pêş kesên ji dûr va lê mêze dikin.

Bi saya berfa ku barî sarê Çiyayê Agiriyê şêniyên li Bazîda navçeya Agiriyê heywandarî û cotkariyê dikin jî kêfxweş bûn.

Yaşar Solmaz ê ku li gundê Karabulaka ber pala Çiyayê Agiriyê rûdinê daxuyanî da û got ku berfa bi ser Çiyayê Agiriyê da barî ji bo kesên bi heywandariyê ra eleqedar in bêr û bereket e.  

"Berfa ewil nîşaneya ber û bereketêye"

Solmaz destnîşan kir ku ew her sal bi kelecanî disekinin ku lûtkeya Çiyayê Agiriyê bi berfê bixemile û wiha pê da çû:"Berfa ewil a salê ku di meha îlonê da bigire ser Çiyayê Agiriyê li vê derê wek nîşaneya ber û bereketê tê hesibandin. Înşellah bi vê barînê ra baranê jî zêde bibe û bereket zêde bibe."

Rêberê Qada Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê Cuma Satik destnîşan kir ku Bazîd bi cihên xwe yên sirûştî û dîrokî va gelek balê dikşîne û ragihand ku di nav wan deveran da cihê herî muhîm Çiyayê Agiriyê ye û wiha pê da çû: "Dema qala Bazîdê tê kirin tiştê ewil tê bîra mirov turîzm e lewra cihên sirûştî yên xweş û dîrokî gelek in. Çiyayê Agiriyê jî ji xwe di her demsalê da xwedî xweşiyekê ye. Wekî hûn jî dibînin berfa ewil a salê va di meha îlonê da avêt ser Çiyayê Agiriyê. Em hînî van dîmenan bûne. Em dixwazin ku bila ji çar aliyê dinyayê û Tirkiyeyê kesên din jî bên û ji van xweşikiyan bibînin. Mala me û deriyê me ji herkesî ra vekiriye."AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE