Li Çiyayê Amanosê di teqîna EYPyê da 3 esker birîndar bûn

Li gor agahiyan, hêzên ewlehiyê li Çiyayên Amanosê dijî PKKya rêxistina terorê derketin operasyonê

Li Çiyayê Amanosê di teqîna EYPyê da 3 esker birîndar bûn

Li Îskenderuna navçeya Hatayê li Çiyayên Amanosê teqemeniyên destçêkirî (EYP) teqiyan û di bûyerê da 3 esker birîndar bûn.

Li gor agahiyan, hêzên ewlehiyê li Çiyayên Amanosê dijî PKKya rêxistina terorê derketin operasyonê.

Di dema operasyonê da teqemeniyên destçêkirî (EYP) yên ku ji hêla endamên rêxistinê di bin axê da hatibûn bicihkirin teqiyan.

Di teqînê da 3 esker birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderunê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE