Li Rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê berfê dest pê kir.
Barana ku bi şev û ber destê sibê bariya, li Rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê danê nîvro vegerand berfê.
Li devera ku stûriya berfê digihêje 4 santêmêtroyan, ekîbên rêbejayê xwê li rê direşînin.
- Parqa Siruştê Abantê kirasê spî li xwe kir
Serê sibehê li Parqa Siruştê Abant ku 35 kîlomêtro dûrî Boluyê ye, berfê dest pê kiribû û hê jî gep gepî dewam dike. Li Abantê stûriya berfê li ciyên bilind gihîşt 10 santêmêtroyan.
Ziyaretvanên parqê jî ji xwe ra li hesp û faytonan siwar bûn, di binê berfê da li kêleka golê ji xwe ra meşiyan û wisa kêfa betlaneyê kirin.