Li tanga Çiyayê Boluyê li rêbeja D100 û Otobana Anadoluyê û navenda Boluyê berfê dest bi barînê kir.
Şiliya duh êvarê dest bi barînê kir nîvê şevê vegeriya berfê. Li tanga Çiyayê Boluyê li rêbeja D100 û Otobana Anadoluyê û çiyên bilind barîna berfê dewam dike. Qalindahiya berfê li Çiyayê Boluyê gihîşte 7 santêmî.
Ekîbên rêbejê yên li herêmê wezîfeyê dikin xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Ekîbên trafîkê hişyarî dan ajokaran ku bira bêyî lastîkên zivistanê dernekevin rê û guh bidin hişyariyan.
- Li navenda bajêr baran didome
Şiliya ku li navenda Boluyê dest bi barînê kiribû ji nîvê şevê şunda vegeriya berfê. Li bajêr xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Li Navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşte 3 santêmî.AA