Li ser rêbejaya D-100 li tanga Çiyayê Boluyê mij û xumam e û herwiha baran dibare.
Li ser rêbejaya D-100 li aliyê Duzceyê û li tanga Biçkiyani, Karanlikdere, Bakacak, Elmalik, Seymenler, Sariçokek, Dariyeri Hasanbey û Taşaltiyê ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê cih cihan heta 15 metreyan berjêr bû û herwiha li deverê baran jî dibare.
Ji ber mij û baranê ajokar zehmetiyê dikişînin.
Ekîbên polêsan û yên Rêbejayê ku li herêmê bi awayê rîng peywirê dikin, ajokaran hişyar dikin ku zêde nêzîkî hev nebin û herwiha wesayîtê zêde bilez nejon.
AA