Ev du roj e li Otorêya Anadoluyê û rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê bênavber berf dibare.
Herwiha li Otorêya Anadoluyê li tanga Yumrukaya, xaçerêya Abantê, Tunela Çiyayê Boluyê û Viyadukan û her wisa li rêbejaya D-100ê jî li tanga Yumrukaya, xaçerêya Abantê, Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê berf dibare.
Li herêma ku li hin ciyan sitûriya berfê gihîşt 20 santîmetreyî, ekîbên Rêbejayê xebatên xwe yên verotin û avêtina berfê û her wiha xwêkirina rê didomînin.
Ekîbên trafîqê yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ku li ser guzergehê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku li hemberî barîna berfê baldar bin, nêzîkî hev nebin û lezê nekin.
AA