Li Çiyayê Nemrûdê tevdîra ji bo turîstan 

Wezareta Tenduristiyê li serê çiyayê navdar îstasyona tenduristiyê ava kir 

Li Çiyayê Nemrûdê tevdîra ji bo turîstan 

Li ser çiyayê nemrûdê yê li Semsûrê Wezareta Tenduristiyê ji bo turîstan îstasyona rewşa bilez ava kir. li îstasyona tendirustiyê tîmên 112ê wê êdî midaxeleyê li turîstan bikin. him turîst him jî endamên sektora turîzmê ji xizmetê gelek kêfxweş bûn. 

Li Çiyayê Nemrûdê, bi navê din li Çiyayê Belikê yê li Semsûrê hin caran turîst nexweş dikevin û nikarin bi hêsanî herin bajêr. 

Wezareta Tenduristiyê jî ji bo turîstan tevdîreke taybet girt. 

Wezaretê li ser çiyayê navdar Îstasyona Rewşa Bilev ava kir. 

Li îstasyona tenduristiyê tîmên 112ê di heman demê de midaxele li turîstên nexweş dikin. 

Turîst û xebatkarên sektora turîzmê ji xizmetê gelek kêfxweş bûn. 

Çiyayê Nemrûdê di lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê de ye û her sal ji aliyê gelek turîstan ve tê ziyaretkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE