Li Çiyayê Îspîrîzê yê Vanê nebateke nû hat keşifkirin

Nebata di nav koma ji hêla tibî û aromatîk bi kêr in da cî digire bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" va hat qeydkirin.

Li Çiyayê Îspîrîzê yê Vanê nebateke nû hat keşifkirin

Li Başkaleya navçeya Wanê di çarçoveya xebatên zanistî yên dewam dikin da nebateke nû bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" hat qeydkirin.

Dr. Îbrahîm Demirê hîndekarê Şaxa Zanista Serekeya Botanîk a Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê, Dr. Abdurrahman Sefaliyê hîndekarê Zanîngeha Bayburtê û Dr. Yakup Yaparê hîndekarê Zanîngeha Bîngolê bi armanca tespîtkirina nebatên nû li Çiyayê Îspîrîzê yê ser Başkaleyê par dest bi xebatê kiribûn.

Hîndekaran nebatên ji herêmê berhev kiribûn kontrol kirin û ji famîlyaya maydanozan nebateke nû keşif kirin.

Ev nebata nû hat keşifkirin û di nav koma ji hêla tibî û aromatîk bi kêr in da cî digire bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" va di xebatên zanistî da hat qeydkirin.

Gotara ku hîndekaran der heqê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" da nivîsî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê da hat weşandin û ji Wanê nebateke nû di qada zanistê da hat qeydkirin.

Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sala par derketin Çiyayê Îspîrîzê û nebata ku bala wan kişand jê qismek hildan cem xwe û di encama lêkolînên zanistî yên ji bo nebatê kirin da dîtin ku ew nebatek wisa ye hê jî nehatiye keşifkirin û wiha domand: "Gotara me ya der heqê nebatê da jî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê da hat weşandin û di alema zanistê da wê nebatê wekî cureyeke nû ciyê xwe girt."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE