"Li ciyên tenzîmê îro wê firotina nok û nîskan dest pê bike"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Îro wê nok bi 5,5 lireyî, nîsk jî bi 4,5 lireyî bê firotin. Hefteya were jî em ê kîloya birinc bi 6 lireyî bifiroşin."

Pakdemirlî li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Bekir Pakdemirlî destnîşan kir li ciyên tenzîmê ya firotinê îro wê nok bi 5,5 lireyî, nîsk jî bi 4,5 lireyî bên firotin û got ku hefteya were jî em ê kîloya birinc bi 6 lireyî bifiroşin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir ekosîstema wan ya kooperatîfê parî belawela ye û kêrhatî nîne û got ku herî dereng nîvê salê da em ê dest biavêjin vê meseleyê.

Bekir Pakdemirlî der barê Qanûna Halê da jî destnîşan kir piştî ku Meclis vebe bawer dikim ku Qanûna Halê wê demildest bê derxistin û bikeve rewacê.

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 16:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE