Li Cizîra navçeya Şirnexê 2emîn mîhrîcana nêrgizan dest pê kir. Mîhrîcan bi tevkariya qaymeqamî û şaredariyê tê lidarxistin. Gelê cizîrê eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dide.
Li Cizîrê 2emîn mîhrîcana nêrgizan tê lidarxistin.
Mîhrîcan bi tevkariya Qaymeqamî û Şaredariya Cizîrê tê çêkirin.
Pêşaneya wêneyan hat vekirin û li Birca Belek pêşbaziya çêkirina xurek hat kirin.
“Li 7 û 8 derên bajêrê me çalakiyên çandî û sporê dê bên kirin. Mîhrîcan wê 3 rojan dewam bike û bi vê yekê em ê xweşiyên bajêr û xizmetên xwe nîşanî gel bidin.”
Li kolana hunerê jî dengê dengbêjan bilind dibû.
Mîhrîcanê bi lîstikên gelerî û çalakiyên sporê dewam kir.