Li Cizîra navçeya Şirnexê agir bi qatê duduyan ê malekê ket û mal bû xirabe.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi mala Omer Akat a 2 qatî ya li Uludaxa kuçeya Taxa Cudiyê ket.
Malbat pê hisiya û haya rayedaran pê xist û ekîbên agirkujiyê yên hatin dewsa bûyerê şewat hildan kontrolê û nehîştin bipeke avahiyên li dorberê.
Di dema şewatê da gelê taxê ji bo tevdîrê ji malên xwe derketin.
Piştî xebateke ku gelekî li ber xwe da agir hat temirandin û xanî bû xirabe.AA