Li Cizîrê baxçeyê berdîwar

Baxçeyê berdîwar ê herî dirêj li Cizreyê tê çêkirin

Li Cizîrê  baxçeyê berdîwar

Li Cizîrê xebatên ji bo çêkirina baxçeyê berdîwar dewam dikin. Baxçe, bi destê şaredariyê tê çêkirin. Tê de hin nexş û nîşaneyên dîrok û çanda herêmê jî dê hebin.

Li Cizîra Botan, Qeymeqam û Şaredar Faik Arican dîwarekî 500 metre da çêkirin. Jşi bo ku dîwar bê xemilandin jî li ser dîwêr baxçeyekî çêdike.

Ev baxçe li Tirkiyê dê bibe baxçeyê herî dirêj ê li ber dîwar. Di heman demê de wê 12 mehên salê jî bi dar û berên xwe şîn be.

Qeymeqam û Şaredarê Cizreyê Faik Arican: Baxçeyê me li kêleka Çemê Dicleyê tê çêkirin. Ev baxçe wê bibe baxçeyê herî dirêj ê berdîwar ê Tirkiyê jî.”

Li baxçe ligel çîçek û gulên taybet, wê hin nexş û nîşaneyên dîrok û çanda herêmê jî hebin.

Xelkê Cizîrê jî ji bo xebatên wisa kêfxweşî û spasiyên xwe kêm nakin.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE