Li Cizîra navçeya Şirnexê avahiya îdarî ya fabrîqeyekê hat şewitandin.
Çaviya Îdarî ya fabrîqeya mermer û bazaltê ku li Herêma Sanayiya Organîze ya Cizîrê çêkirina wê nû hatibûn kutakirin û 80 kes wê tê da werin îstixdamkirin, bişev bi destê kesên ku nasnameya wa hê nehatiye tesbîtkirin hat şewitandin.
Heta ku agir hat temirandin, di avahiyê da xesareke mezin çêbû.
Miteşebis Metîn Îgdî daxuyanî da û diyar kir, wî ji bo piştgiriya bêkariyê veberhênan kir û wiha dewam kir:
"Derdê me îstixdam û xizmet e, me fêm nekir bê ka çima agir berdan avahiya me ya îdarî. Me yê li vê derê mermer û bazalt çêkira, him piştgiriya aboriya navçeyê bikira him jî me dixwast 80 kes di vê derê da werin îstixdamkirin, lê mixabin bişev agir berdanê."
Îgdî kesên ku ev yek kirin, şermezar kir û wiha got, "Înşeallah hêzên me yên asayîşê wê sûcdaran bigirin û edaletê wê cezayê wan ê ku heq kirine, bide wan. Lewra gelê me tiştekî wiha heq nake."
AA