Li Cizîrê komeleya medreseya sor hat avakirin

Komele dixwaze Melayê Cizîri û Medresaya Sor bide naskirin..

Li Cizîrê komeleya medreseya sor hat avakirin

Li Cizîra Şirnexê, ji alîyê gel ve komeleya medreseya sor hat avakirin. Armanca komeleyê danasîna melayê cizîrî û medreseya sor e. Bi saya komeleyê her roj li medresaya sor diwana melayê cizîrî tê xwendin.

Di dîroka cizîra botan de cihên gelek girîng hene. Yek ji wan cîyan jî medreseya sor e.

Gelê cizîrê ji bo van cîyên dîrokî bide naskirin komeleya medreseya sor ava kir.

Komele xebatên xwe di nava medreseya sor de dike.

Di nav xebatên komeleyêde danasîna melayê cizîrî û xwendina dîwanê jî heye.

Bi saya vê komeleyê gelek kes dîwana seyda hîn bû.

Gelê cizîrê elaqeyeke gelek mezîn nîşanî civîna li ser jîyana melayê cizîrî da.

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE