Li Cizîrê panel: "Pîrê Evînê: Ehmed El-Cizîrî"

Rektor Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan di panela ku salona konferansê ya Konaxa Hikûmetê hat lidarxistin de axivî anî ziman ku "Enstituya Melayê Cizîrî" û "Atêlyeya Ebul-Îz" ava kirine.

Li Cizîrê panel: "Pîrê Evînê: Ehmed El-Cizîrî"

Ji aliyê Rêveberiya Dibistana Bilind a Cizîrê ya Zanîngeha Şirnexê ve di çarçoveya çalakiyên 2019 Mela Ehmedê Cizîrî de panela "Pîrê Evînê: Ehmed El-Cizîrî" hat lidarxistin.

Rektor Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan di panela ku salona konferansê ya Konaxa Hikûmetê hat lidarxistin de axivî anî ziman ku "Enstituya Melayê Cizîrî" û "Atêlyeya Ebul-Îz" ava kirine.

Erkan herwiha balkişand ser wê yekê ku mensûbê çandeke wisa ne ku ji bo civaka Îslamê alimên weke Ebul-Îz ê ku pêşengê geşeya robotîk û sîbernetîkê ye herwiha Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî yên ku li Medreseya Sor ders dane, bixwedî kirine.

Erkan wiha pê de çû:

"Gewherek heye lê kes nizane kî ye. Di vî warî de ez bawerim dê panela me sûdmend be."

Endamê Hindekariyê li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Şirnexê Dr. Ruhullah OZ jî derbarê jiyan û berhemên Melayê Cizîrî agahî parvekirin.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE