Li Cizîrê pêşengeha "Resim-Kalîgrafiyê"

Pêşengeha "Resim-Kalîgrafiyê" ya ku li Cizîrê hat vekirin ji gel eleqeyeke mezin dît...

Li Cizîrê pêşengeha "Resim-Kalîgrafiyê"

Pêşengeha "Resim-Kalîgrafiyê" ya ku li Cizîra navçeya Şirnexê hat vekirin ji gel eleqeyeke mezin dît.

Pêşengeha ji xebatên xwendekarên Lîseya Îmam Xetîbê ya Ebulxeyr Yusif Cizîrî pêk tê bi piştgiriya Midûriyeta Herêmê ya Weqfan va di çarçoveya çalakiyên Hefteya Weqfan da li Medreseya Sor hat vekirin.

Qaymeqam Faîk Arican û Mîrza Cazimê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Cizîrê pêşengeh vekirin û paşê der barê xebatan da agahî sitandin.

Arican xwendekarên keda wan tevlî xebatên pêşengehê bûne pîroz kir û ji wan ra serkeftin xwest.

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE