li Cizîra Botan, jin bi piştgiriya işkur’ê û navenda perwerdeya gel dikevin kar. jinên cizîrî li vê navendê hem hînî pîşeyan dibin, hem jî bi keda xwe pereyan qezenç dikin.
Jinên Cizîrê, bi saya İşkur û navenda perwerdeya gel hînî kar û pîşeyan dibin.
Di kursa meslegî ya jinan de 15 kes dixebitin.
Kursiyer cilên zarokan, çente û tiştên cûr bi cûr çêdikin.
Bi saya vê kursê ew him hînî şixul dibin, him jî debara mala xwe dikin.
Jinên ku bi van kursan hînî kar û xebatê dibin wê di peşerojê de karibin kargehên xwe jî vekin.