Li Cizîra Şirnexê navendeke zanistê tê çêkirin. Navê navendê ku wê li ser 8 donim erdî bê çêkirin dê bibe navenda zanistê ya ebul-îz el cezerî. Tê payîn ku heta mehekê xebat xilas bibin û navend were vekirin.
Şaredariya Cizîrê li ser navê zanyar Îsmaîl Ebul-Îz El Cezerî ku ji Cizîrê ye, navendeke zanistê çêdike.
Navend li kêleka Çemê Dîcleyê tê çêkirin û ev 9 mehin xebat dewam dikin.
Ev der li ser 8 donim erdî tê çêkirin û li gorî planan wê xebatên çêkirinê heta mehekê biqedin.
Li navendê wê berhemên li ser Ebul-îz El Cezerî hebin û ji bo ciwanan wê çalaki bên kirin.
Taybetmediyeke din a a navendê jî, qubeya wê dişibe qubeya mescida eqsayê.