Li Cizîre Projeya çandina nêrgizan

Li kêviya Çemê Dîcleyê nêrgizên cur bi cur hatin danîn

Li Cizîre Projeya çandina nêrgizan

Ayten Botana ji Cizîrê, bi piştgiriya şaredariyê projeya danîna nêrgîzan li dar xist. Xanima jêhatî ji palê çiyayê cûdiyê pîvazokên cur bi cur berhev dike û pişt re li ber çem datîne.

Ji qûntarê çiyayên Cudî û Gebarê pîvazokên nêrgîzan kom dike…

Pişt re jî wan yeko yeko li 15 cihên cuda yên li nêzî çemê Dîcleyê datîne.

Ayten Botana Cizîrî, bi piştgiriya Şaredariyê projeya danîna nêrgîzan birêve dibe.

Xîreta wê gelekî bal kişand û gelek kes jî tevlî projeyê bûn.

Dixwazin bi vî awayî derdor xweşik, îstihdam jî zêde bibe. Her wiha danasîna turîzma navçeyê jî bi nêrgîzan baştir dibe.

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE