Li Cizreya Şirnakê mezûna fakulteya sinetên xweşik Özlem Yilmazê ji bo danasîna çanda herêmê atolyeya seramîkan vekir. Li vir kel û pelên diyarî tên çêkirin.
Melzemeyên seramîk li hev dixe...
Xercê wê çêdike...
Dû re wan dixe qaliban...
Li Cizreya Şirnakê mezûna sinetên xweşik Özlem Yilmazê atolyeya seramîkan vekir.
Xercê ziwabûyî ji qaliban derdixe...
Wan boyax dike...
Kêmasiyên wan temam dike û diavêje firûna seramîkan...
Özlem Yilmaz li vê derê ji bo danasîna herêmê û çêkirina kel û pelên diyarî, cur bi cur seramîkan çêdike.
Yilmaz : "Ez dixwazim ku jinên me li vir bixebitin. ev ê ji bo jinan bibeke derfetekê ku hunerên destê xwe nîşan bidin û pişt bidin debara malbata xwe."
Özlem Yilmaz ev saleke ku vê atolyeyê dide xebatê û hewl dide ku bi pêş bixe.