Hin propoganda hatin kirin ku li Cizreyê, li navenda danûstanê ya cîzre park ê axaftina kurdî hatiye qedexekirin. Karsaz û xebatkarên Cîzre Parkê, bertek nîşanî van îdiayên nerast û derew dan. Karsaz dibêjin divê em xwedî li karsazên xwe derkevin û guh nedin xêrnexwazan.
Çapemenî û malperên çepgir û yên girêdayî derwelêt, derbarê navenda danûstanî ya Cîzre parkê de îdiayên nerast weşandin.
Gelek kesan jî li ser înternetê propagandayên qirêj kirin.
Li gor agahiyên nerast qaşo; li navenda danûstanî ya Cîzre parkê de axaftina kurdî hatîye qedexekirin.
Hin propoganda hatin kirin ku li Cizre'yê, li navenda danûstanê ya Cizre Parkê, axaftina Kurdî hatiye qedexekirin. Karsaz û xebatkarên Cizre Parkê, bertek nîşanî van îdiayên nerast û derew dan. Karsaz dibêjin divê em xwedî li karsazên xwe derkevin û guh nedin xêrnexwazan. pic.twitter.com/WqKuzWPmHW
— TRT Kurdî (@TRTKurdiTV) August 8, 2020
Rêvebiriya navenda danûstanî ya Cîzre parkê jî derbarê îdiayên derew de, bi Kurdî û Tirkî daxûyanî da raya giştî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ew gotegotên ku li ser medyaya civakî belav bûne û dibêjin di Cîzre parkê de zimanê Kurdî hatiye qedexekirin nerast in û bi niyeteke xerab tên belavkirin.
Di vê kargehê de 500 kes dixebitin û bi saya vê yekê debara mala xwe dikin
Xebatkar û muşterîyê tên navenda danûstanî ya Cîzre parkê dibêjin, Divê em xwedî li van karsazên xwe derkevin û guh nedin xêrnexwazan.