Li Cizreyê pirtûkxaneya gerok

Wesayîd gund bi gund digere û pirtûkan dibe ber destê xwendevanan...

Li Cizreyê pirtûkxaneya gerok

Li Cizîra Şirnexê pirtûkxaneya gerok kete xizmetê. Bi saya wesayîda ku gund bi gund, kuçe bi kuçe digere, bi hezaran zarok pirtûkan dixwînin.

Dolmişeke biçûk e lê tê de ji 2 hezarî zêdetir pirtûk hene.

Wesayîda pirtûkxaneya-gerok a Şaredariya Cizîrê li navçeyê gund bi gund, kuçe bi kuçe digere, pirtûkan dibe ber destê xwendevanan.

Bi vê xizmetê herî zêde jî zarokên gundan kêfxweş bûn.

Êdî li Cizîrê her kes dikare bi hêsanî pirtûkan peyda bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE