Li Cizreya ku terorê xerab kir, guherîneke mezin çêbû

Li Cizreya ku terorê xerab kir, guherîneke mezin çêbû

 Li navçeya Cizreyê ku PKKya rêxistina terorê 5 sal berê bi êrîşan va hilweşand, bi destê dewletê veguherîneke xweş çêbû.

Li Cizreya ku ji ber terorê bi salan pêşketin çênebû, 5 sal berê terorîstan çal vedan, barîkat danîn. Terorîst bi operasyonê hatin pakijkirin û paşê li navçeyê xebatên îmar û îhyayê dest pê kirin.

Bi pêşengiya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û bi piştgiriya wezaretên têkildar, sazî, Walîtî û şaredariya ku cîgirê şaredar lê hat wezîfedarkirin, xebat hatin kirin û li Cizreyê guherîneke mezin çêbû.

- Birîn bi destê dewletê hatin pêçan

Şûna dibistan û mizgeftên hilweşiyayî yên nû hatin çêkirin, dibistan û mizgeftên ku xerab bûne jî hatin temîrkirin û seba xizmetê vebûn.

Li navçeya ku xebatên wê yên binesaziyê hat kutakirin, seba malbatên ku mexdûrên terorê ne, ji aliyê TOKIyê va 3 hezar û 87 avahî û 188 kargehên ku bihayê 476 milyon û 535 hezar lireyî girt, hatin çêkirin.

Di vê pêvajoyê da ji 950 kesên ku mafdar in ra 40 milyon û 995 hezar lire alîkariya kirê hat kirin.

- Şaredariya ku cîgirê şaredar lê hat wezîfedarkirin ji Cizreyê ra xizmet kir

Di dewra şaredariyên DBPyî da Cizre ji gelek xizmetên şaredariyê mehrûm man, lê şaredariya ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê tayîn kir, peyê hev proje kirin rewacê.

Ji bo ku çavkaniyên şaredariyê baş werin bikaranîn û ji bo xizmeta gel werin bikaranîn, xebat hatin meşandin. Ji paqijiyê bigrin heta asfalt, ava vexwarinê, navendên seba zarok, jin û ciwanan hatin çêkirin da ku li Cizreyê qelîteya jiyanê zêde bibe.

Cizreya ku ji ber terorê bi salan ji xizmetan mehrûm mabû, bi veberhênana 474 milyon lireyî ku şaredariya wezîfedarkirî pêk anî va guherîneke berbiçav çêbû.

Li navçeyê di 5 salên dawîn da 245 kîlomêtre ava vexwarinê û 65 kîlomêtre şebekeya kanalîzasyonê hat çêkirin, 59 kîlomêtre qîra asfaltê hat rokirin, 674 hezar mêtre parke hatin rokirin.

Baxçeyê Çik ê 2 hezar û 500 metreyî, Kiraetxaneya Milet, Projeya Islahkirina Çemê Dîcleyê hatin cîbicîkirin.

Li navçeya meydana heywanan hat çêkirin, 24 parqên ku ji 350 donimî pêk tê hatin çêkirin, 6 hezar û 500 dar hatin danîn. Navenda Çandê ya Jinan, 5 teziyexane hatin çêkirin, xebata nûkirin û ronîkirina kuçeyan hat kirin û navçe hat ronîkirin.

Li navçeyê her wisa xanî, dibistan, mizgeft, kargeh, qadên werzişê û qadên rekreasyonê yên li kêleka Çemê Dîcleyê hatin çêkirin.

Dîsa li navçeyê xebatên wekî Pira Kevir, muze û tirbeya Îsmaîl Ebul-Îz, Projeya Rêya Çandê, avahiya nû ya şaredariyê, xebata meydanê, Projeya Tesîsa Sosyal a Kember Zêrîn, verastkirina dewrûbera Medreseya Ebdaliyeyê û Mem û Zînê, xebata restorasyonê û Peyzaja Keleha Hundirîn, Baxçeyê Milet û goristana nû ya 80 donimî bênavber berdewam in.

- Cizreyî ji xebatan xweş in

Serdar Tatarê Cizreyî di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, di êrîşên dema ku li navenda navçeyê çal hatin vekirin da welatiyan zehf zirar dît.

Tatar bal kişand ku texrîbateke zehf mezin dan navçeyê û wiha dewam kir, "Karê terorê hilweşandin e. Dewletê dest pê kir û bi awayekî bilez birîn pêçan. Ne tenê bajar nû kir, her wisa ji bo ciwanan qadên jiyan û werzişê jî vekirin. Çi pêwîst bû dewletê kir. Li ciyên ku terorê rûxand, veberhênanên ku di dîroka Komarê da tunene hatin kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE