Li Cizreyê pireke nû tê çêkirin

Pir 11 çavî ye û navê wê jî Pira Îsmaîl Ebul-Îz El Cizîrî ye

Li Cizreyê pireke nû tê çêkirin

Şaredariya Cizîrê bi piştgiriya DSÎ’yê, li ser çemê dîcleyê pireke kevirîn ava dike. Mesrefa vê projeyê 25 milyon lîre ye û di nav salek û nîvî de wê xilas bibe. Navê pirê jî dê bibe îsmaîl ebûl-îz el cizîrî be.

Şaredariya Cizîra Şirnexê bi alîkariya DSÎ’yê li ser çemê Dîcleyê pireke 327 metroyî çêdike.

Li gorî projeyê, li ser çemê pireke 11 çavî dê bê avakirin.

Ji xwe li ser çemê Cizîrê, 2 pir hene.

Navê pirê dê bibe Pira Îsmaîl Ebûl-Îz-El Cizîrî. Pir wê di navbera parkên her du aliyên çemê de, bibe derbasokek.

Qeymeqam û Wekîlê Şaredar Faik Arican:Bi saya vê projeyê, însanên me dê bikaribin ji aliyekê çemê bi peyatî derbasî aliyê din bibin. Me navê Elimekî mezin ê navçeya me Îsmaîl-Ebul-Îz El Cizîrî da pirê. Xebatên înşeatê niha dest pê kir. înşellah em ê di nav salek û nîv de jî biqedînin. Beriya vê ava qirêj berdidan çemê, çop diavêtin. Lê Çemê Dîcleyê dê ji bo malbatan bibe cihekê geşt û gerê.

Pira Îsmaîl Ebûl-Îz-El Cizîrî dê ji bo çûyîn û hatina wesayîdan girtî be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE