Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 2 hezar û 347 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 109 kes mirin

Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 2 hezar û 347 kes mirin

 Li Çînê hejmara kesên ji ber koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) mirin derkete 2 hezar û 347 kesan.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê (NHC) li welêt di 24 saetên dawîn da 397 nexwêşên din hatin tesbîtkirin, hemara nexweşan derkete 76 hezar û 288an û ji wan rewşa 11 hezar û 477 kesan giran e.

Di 24 saetên dawîn da 109 kes mirin, hejmara kesên ji ber Kovîd-19 mirin derkete 2 hezar û 347 kesan û ji wan 2 kes li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet in.

Li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 bi wan geriyaye derket 5 hezar û 365an, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî dakete 113 hezar û 564an.

Li Hong Kong Herêma Rêveberiya Taybet hejmara kesên ji ber Kovîd-19an mirin bû 68 û li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî 10 kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE