Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand li Colemêrgê terorîstên PKKyî ji mesafeya dûr êrîşî wesayîta eskerî kirin, di êrîşê da 2 esker şehîd ketin û eskerek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin di êrîşa terorîstên PKKyî ya li ser wesayîta eskerî da 2 esker şehîd ketin, eskerek jî birîndar bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li herêmê operasyon dewam dikin. Rehma Xwedê li şehîdên me yên ezîz ên di vê bûyerê da mirin be. Xwedê sebrê bide malbatên wan ên biêş, Hêzên Çekdar û gelê mezin ê Tirk. Ji bo hevalên me yên çekê yên qehreman ên birîndar bûne jî em şifayê dixwazin."
AA