Li Çoltera Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê agir bi daristanê ket. agir li herêma di navbera taxên Üçköy, Dibek û Beğendikê pê ket. di demeke kurt de belavî ser 6 taxan bû. pêşiya agir encax piştî saetan hat girtin.
Li çoltera çiyayê Bagokê yê Mêrdînê de li daristanê agir pê ket. Ji herêmê dû rabû û asîman bi dûyê şewatê hat girtin. Agirê ku li çoltera çiyayê Bagokê qewimî, di demeke kurt de belavî ser 6 taxan bû.
Bi tesîra bayê, şewat belavî ser taxên Dağiçi, Güzelsu, Üçyol, Sivrice, Pelitli û Yemişliyê bû.
Yên li derdorê demildest li tîmên agirkuj geriyan. Tîmên agirkuj bi bayê bezê hatin cihê bûyerê û mudaxale li agir kirin.
Welatiyan jî alîkariya tîman kir.
Piştî bi seetan pêşiya agir hat girtin. Qadeke 200 hektar şewitî.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.