Li Çorumê li xwendewareke keçan 103 telebe ji ber gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin. Ji wan 6 li beşa nexweşiyên giran tên dermankirin. Serok Recep Tayyip Erdoğan jî li waliyê çorimê geriya jê agahî girt…
Li Osmancika Çorimê, 103 tgelebeyên ku li xwendewara keçan diman, aciz bûn û ji xwe çûn. Ew rakirin nexweşxaneyê.
Xwendekarên ku ji gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin, li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Waliyê Çorimê Mustafa Çiftçi derheqê rewşa xwendekaran de got: “6 keçên me li beşa nexweşiyên giran tên tedawîkirin. Lê rewşa wan baş e.
Serok Recep Tayyip Erdoğan jî telefonî Waliyê Çorimê kir.
Serok Erdoğan li halê xwendekaran pirsî û agahî girt.