Ji bo ji ber koronayê di hilberîna çandiniyê de kêmasî çênebe wezareta daristan û çandiniyê li cotkaran tov belav dike. Di alîkariya ji bo cotkaran de ji sedî 75ê tov hîbe ye.
Wezareta Daristan û Çandiniyê ji ber vîrûsa koronayê di çandiniyê de kêmasî çênebe dest bi xebatê kir.
Di çarçoveya xebatê de li cotkaran tovê genim û ce tê belavkirin.
Cotkarên Agriyê jî ji piştgiriya tovê genim û ce îstifade dikin.
Dewlet ji sedî 75ê tov wek hîbe dide cotkaran.
Cotkar ji xizmetê gelek razî ne.