Li Çêrmûka Diyarbekirê binçavkirina mamosteyan

14 mamoste bi biryara dozger hatin binçavkirin...

Li Çêrmûka Diyarbekirê binçavkirina mamosteyan

HSK’ê lêpirsîn da destpêkirin

14 mamoste bi biryara dozger hatin binçavkirin

Li Çêrmûka Diyarbekirê çend mamoste bi biryara dozger hatibûn binçavkirin. Lijneya dozger û dadgeran li ser vê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Li Çêrmûka Diyarbekirê ji ber saeta maçê ya seheya biçûk, di navbera hin mamoste û dozgerekî de nîqaş derketibû. Li ser vê nîqaşê bi talimata dozger 14 mamoste hatibûn binçavkirin.

Li ser vê bûyerê Lijneya Dozger û Dadgeran lêpirsîn da destpêkirin.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gül li ser medyaya civakî daxuyaniyek da.

Gül got: di çarçoveya hiqûq, rêzikên etîk û xebatê de lêpirsîna mifettişên lijneyê, di demeke kurt de dê bigihîje encamê. Wezîrê dadê da zanîn ku ew ê vê bûyerê ji nêz ve bişopîne.

Wezîrê Perwerdehiyê Zîya Selçuk jî derbarê bûyerê de li ser medyaya civakî daxuyaniyek da.

Bûyera li Çêrmûkê wek mamosteyan em êşandin. Em hêvî dikin ku tiştên wiha cardin çênebin. Em ji wan re dibêjin derbasî be û bila bizanibin ku em wan tenê nahêlin.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE